21 xwendekar bi şipheya bijehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê
Hat ragihandin 21 xwendekar bi şipheya bijehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê.
Bûyer li Bartinê di mektebe Lîseya Anadolu ya Teknîk û Meslekî ya Şerîfe Baci pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwendekarên ku xwarina xwe xwarin dilê wan xelîya û serî li wan gêj bû ku ji ber vê yekê 21 xwendekar bi şipheya bijehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê.
Ji xwarinê nimûne hatin girtin û derheqê meseleyê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.