24 tirên dinê jî ketin nav Xezzeyê
Ji Xezzeya ku di bin bombebarandina rejîma îşxalkeran de ye re 24 tirên alîkarîyê yên dinê jî hatin şîyandin.
Li gorî agahîyên ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat dayîn, doh 24 tirên dinê jî ji Derîyê Sînora Refahê ket nav Xezzeyê.
Hat destnîşankirin ku di nav tiran de av, xwarin û derman heye.
Bi tevî 24 tiran hejmara tirên ku ketine nav Xezzeyê gihaşt 118 heban.
Encax heta niha ji sotemenîyê re îzîn nehatîye dayîn.
Hîva Sor a Fîlîstînê daxuyandibû ku doh di nav rojê de 10 tir gihaştine Xezzeyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.