Ajokarê serxweş li karkerên şaredariyê qelibî: 4 mirî, 1 birîndar
Hat ragihandin li Stenbolê ajokarekî serxweş bi wesayîta xwe li karkerên şaredarîyê qelibî. Di encama qezayê de 4 karker canê xwe ji dest dan û karkerek jî birîndar bû.
Qeza li ser rêya D-100 a li ser rêya Enqere, Bostanciyê pêk hat.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.