ALÎKARIYA FEQÎRAN

ALÎKARIYA FEQÎRAN

Hat diyar kirin ku ji Kanada, hinek însan û muslumanên xêrxwaz, bi wasîteya Umut Kapisiya Diyarbekir, alîkariya 85 malên feqîr kir

ALÎKARIYA FEQÎRAN
XÊRXWAZÊN KANADAYÎ, ALÎKARIYA 85 MALÊN FEQÎR KIR

Hat diyar kirin ku ji Kanada, hinek însan û muslumanên xêrxwaz, bi wasîteya Umut Kapisiya Diyarbekir, alîkariya 85 malên feqîr kir.

Hinek xêrxwazên ji Kanada, di navbeyna xwe de pere berhev kirin. Perê ku dane ser hev, şandin Umut Kapisiya Diyarbekir ji bo ji malên feqîr re xerc bikin. Komela Umut Kapisi jî, bi perê wan ji 85 malan re, paketê ğidayê temîn kir û li wan belav kir.

Der heqê vê alîkariyê de, serekê komela Umut Kapisi Siddik Fûrqan wiha diyar kir “Aîlên feqîr gelek in. Em dixwazin ji nav wan, malên feqîrtir tesbît bikin û ewilî alîkariya wan bikin. Kesên bixwazin bi wasiteya me, alîkariyê bikin, ji ber ku xebat û xîzmetê me şeffaf in, dikarin bi me re tevlî belavkirina alîkariyê bibin. Ji Kanada hinek xêrxwazan, xwestin alîkariya feqîran bikin bi wasîteya me. Me jî, li 85 mala paketên ğidayê belav kir.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.