Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Di lehî û hezaza ku li Girava Sumatraya Endonezyayê pêk hat de 16 kesan canê xwe ji dest dan, ji bo 6 kesên winda jî xebat têne kirin.
Rayedarê Navenda Afeta Netewî ya Endonezyayê (BPBD) Juspri M. Nadeak, destnîşan kir ku li herêma Karoya Girava Sumatrayê lehî û hezaz çêbû.
Nadeak, ragihand ku şilîya zêde bû sedema hezazê û hezaz li gelek herêman xanî û cotgehan xera kir, di afetan de 16 kesan canê xwe ji dest dan, du jê zarok şeş kes jî winda bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Madeak, îfade kir ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.