Aliman Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu zîyaret kirin

Aliman Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu zîyaret kirin

Alim û rî spîyên ku ji gelek erdnigarîyên cuda ji bona ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 7emîn ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve hatibû tertîp kirin bibin hatibûn Dîyarbekirê, Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê re zîyaret kirin.

Yapiciogluyê ku di Serokatîya Bajara Dîyarbekirê ya HUDA PARê de aliman pêşwazî kir, mêvanan bi germayî pêşwazî kir.

Yapiciogluyê ku bal li ser muhîmtîya aliman a ji bona erdnigarîya ummetê heye kişand, got ku ew hevdîtina aliman girîng dibînin.

Yapicioglu di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya berdewamkirina organîzasyonên ewakî kişand û weha got, “Îttîhada ulemayan û îttîfaqa rêvebiran, mifteya çûndina rêya yekîtîya ummetê ye. Ger ku îxtîlaf di nav ‘ewaman de bê minaqeşekirin em ditirsin ku ew ê teessup çêbibe û Xwedê mihafeze bike ku bibe sedema mezinbûna ev îxtîlafan.”

Şêx Bîlal Şabanê Serokê Tevgera Tewhîdê ya Libnanê ku bi navê lijneyê axivî, ew xebatên HUDA PARê ê ku ji bona ummetê dike bi qîmetek teqîb dikin û di xebatên wan de ji wan re serfirazîyê daxwaz kir.

Zîyaret, bi dua û arezûyên dualî dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.