Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 211yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 567an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 415emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 35 sîvîlan şehîd kirin û 94 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 211yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 567an. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.