
Artêşa Sûdanê paytextê kir bin kontrola xwe
Artêşa Sûdanê, piştî pevçûnên ku ji 23 mehan zêdetir e bi Hêzên Destek ê bi Lez (HDK) re pêk tîne piranîya Xartuma paytext kir kontrola xwe.
Nêzê du sal berê di navbera artêş û HDKê de ji ber lihevnekirina reforma leşkerî û entegrasyonê li Sûdanê pevçûn dest pê kiribûn, di wan pevçûnan de dewreke nû dest pê kir.
Artêş, Xartûma ku nêzê 2 salan e di bin kontrola HDKê de ye kir bin kontrola xwe.
Serokê Konseya Serbixwe ya Sûdanê Abdulfettah el-Bûrhan, di daxuyanîya ku da de weha îfade kir, “Xartuma paytext niha azad e.”
Li welat ji ber pevçûnên nav welat nêzê 9 milyon însan ji cîhê xwe bûbûn û 3,5 milyon însan jî derbasî welatên cîran bûbûn.
Ji ber pevçûnan binesazî, aborî perwerdehî û tenduristîya welat gelek zerarên cîddî dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.