Asayîbûna Fasê ya bi siyonistên îşxalker re li Xazzê hat protestokirin
Piştî Îmaret, Bahreyn û Sûdanê Fas jî bi siyonistên îşxalker re “peymana asayîkirina pêwendîyan” îmze kir.
Ji ber peymana ku ji teref Fasê ve hat îmzekirin xwepêşan hatin lidarxistin û Fas hat protestokirin.
Filistînîyên ku beşdarî xwepêşanan bûn destnîşan kirin, peymana ku bi siyonistan re hatiye îmzekirin ji doza Filistînê re îxanet e.
Mahmud es-Zeharê rayedarê HAMASê di xwepêşanan de destnîşan kir: “Asayîkirina pêwendîyan a ji teref Fasê ve wek kêreke ku li pişta doza Filistînê hatiye xistin e û ev yek ji dozê re îxanet e. Her wisa ev yek heqaret e ji bo mafên gel.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.