Encamên destpêkê yên serjimartina li Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin

Encamên destpêkê yên serjimartina li Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin

Wezîr Dara Reşîd di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de encamên destpêkê yên serjimartinê eşkere kir.

Wezîrê plansaziyê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ragihand ku hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kes e.

Wezîrê plansaziyê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de encamên destpêkê yên serjimartinê eşkere kir.

Reşîd da zanîn ku hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê (bêyî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê) 6 milyon û 370 hezar û 668 kes in ku biyanî jî di nav de ne.

Reşîd anî ziman ku daneyên ji sedî 4 ê malbatan hîn jî di nava pergalê de nayên kirin.

Hûrgiliyên encamên serjimêriya Herêma Kurdistanê wiha hatin ragihandin:

Nifûsa mêran: 3 milyon û 200 hezar û 506 kes (ji sedî 50,4).

Nifûsa jinan: 3 milyon û 170 hezar û 162 kes (ji sedî 49,6).

Nifûsa li bajaran dijîn: 84%.

Nifûsa li gundan dijîn: %16.

Hejmara malbatan: 1 milyon û 379 hezar û 163

Hejmara navîn a malbatan: 4.3

Hejmara giştî ya malbatan: 2 milyon û 28 hezar.

Serê malên jin: Ji sedî 11,86

Malbatên ku serê wan mêr in: Ji sedî 88,14

Belavbûna Nifûsê li gorî Komên Temenî

Nifûsa Di bin Temenê Xebatê de (binî 15 salî): Ji sedî 31,9

Nifûsa Temenê Kar (15-64 sal): Ji sedî 63,7

Nifûsa Ser Temenê Xebatê (65 salî): Ji sedî 4,4

Kesê herî mezin li herêmê: 126 salî.

Wezîr Reşîd got, "Ev dane nîşan didin ku Herêma Kurdistanê xwedî nifûsa ciwan e."

Wezîrê plansaziyê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd diyar kir ku piraniya xelkê Herêma Kurdistanê li bajaran dijîn û nifûsa mêr li hember jinan xwedî avantajeke hindik e. Wî her wiha diyar kir ku hejmara xelkê li derveyî navçeyên nakok hatiye tomarkirin, lê ew berdewam in ji bo bidawîkirina vê proseyê.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.