Serokê PDKê Mesûd Barzanî Ji bo kongreya 14an a PDKê peyam da
Serokê PDKê Mesûd Barzanî derbarê destpêkirina Kongreya 14an a PDKê pîrozbahî li tevahiya endam û alîgirên partiyê û xelkê Kurdistanê kir.
Barzanî di peyama ku belav kir de weha got, “Ez temamê endamên PDKê bi vê wesîleyê tebrîk dikim û ez hêvî dikim ku kongreya ku hatiye kirin ji hêla netîceyê ve ji bo xelqê me bi xêr be.”
Kongreya 14emîn a PDKê îro li Dihokê dest pê kir û ew ê 3 rojan berdewam bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.