
Berdevkê HAMASê Abdulletîf el-Kanû şehîd bû
Berdevkê HAMASê Abdulletîf el-Kanû di encama êrişa hewayî ya rejîma sîyonîst a li ser Kampa Penaberan a Cîbaliyê li bakurê Xezzeyê de şehîd bû.
Balafirên herbê yên rejîma sîyonîst îro serê sibê kampa Penaberan a Cîbaliyê li bakurê Xezzeyê kirin hedef.
Di êrîşê de Berdevkê HAMASê Abdulletîf el-Kanû şehîd bû.
Li gorî xeberên ku di medyaya Filistînê de hatin belavkirin, konê ku El-Kanû tê de bû, ji teref rejîma sîyonîst ve hat topbarankirin.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê bê êrîşê piştrast kir, hêna jî HAMASê daxuyanîyeke fermî nedaye.
Ebdulletîf el-Kanû berdevkê fermî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bû.
Di stratejiyên ragihandin û çapemenîya HAMASê de roleke aktîf digirt û berpirsiyarê gihandina sîyaset û peyamên tevgerê ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re bû.
Herî dawî wî di mizakereyên agirbestê de jî temsîlkartîya HAMASê dikir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.