Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu: Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu: Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin

Yunus Emîrogluyê ku wan baronên şer ên Qandîlê wek “çeteyeke taşeron” a ku ji bilî Kurdan ji her kesî re xizmetê dike wesfend di nirxandina xwe de got “Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin.”

Ji teref Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê ve derbarê wan êrîş û hedefgirtinên ku ji teref PKKê ve li partîya wan tê kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

“Ew kes, dema ku qala HUDA PARê dike diqilqile û ji kîn û xezebê nikare û nizane di cihê xwe de rûne”

Emîroglu di daxuyanî ku da de got ku baronên şer ên Qandîlê ji bilî Kurdan ji her kesî re xizmetê dikin û wiha got: “Ew kes, dema ku qala HUDA PARê dike diqilqile û ji kîn û xezebê nikare û nizane di cihê xwe de rûne. Wisa diyar e ku xwedîyên wan gelek zêde bi ser wan de çûne. Dîsa wisa xuya dike ew xwîna ku bi salan e diherikînin, ew wehşeta ku dikin û ew cinayetên ku kirine têra wan nekirine ku rabûne û dîsa heman zimanê bi kar tîne.

Civaka me êdî we baş nas dike. Ev bû 40-50 sal ku we xwîn û hêstiran pêve tiştekî neda Kurdan. Însan êdî baş dizanin ew Ocalanê ku gotibû ‘Min li Bekayê 15 hezar Kurdan binax kir’ kî ye û ji kî re xizmetê dike. Ma ji te pê ve kî dikarî wî karê ku tu jê re dibêje “çetevanî” çêtir û baştir bike? Hûn in ew çeteyê taşeron in ku ji bilî Kurdan ji her kesî re xizmetê dike. Salih Muslim wextekî gotibû ‘Amerîka ji bo wan malzemeyên leşkerî yên ku dabû me, nikare minnetê li me bike. Lewra me ji bo Amerîkayê 11 hezar şehîd dan.’ Ti kesî van gotinên wî hêj ji bîr nekirine. We ji bo berjewendî û menfaatên Amerîka li Sûrîyê bi hezaran Kurdan qurban kirin. Ma Trump negotibû “Ez pir ji Kurdan hez dikim. Lewra ew bêtirs baş dizanin xwe ji bo me bidin kuştin.’ Wisa xuya dike a niha jî we îhaleyeke nû girtiye û xwedîyê îhaleyê jî siyonizm e. Hûn vê carê ji wan Kurdan bidin kuştin. Ma hûn zen dikin ew ê însan vê yekê fam nekin?Lê ew rojên berê çûn.”

“Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin”

Emîroglu di berdewama nirxandina xwe de got ku lobîya siyonist wezîfeyên nû daye PKKê û wiha got: “ Ew Dahhakê ku zarokên Kurdan bir li serê çîyan û ji bo fantezîyên şoreşa sosyalîst kir qurban, a niha radibe gef li HUDA PARê dixwe û zen dike ku ew ê bi vê yekê HUDA PARê bitirsîne. Em baş dizanin ku lobîya siyonist wezîfeyên nû daye we. Em çi qas li dijî qirkirinên îsraîl disekinin ew jî ew qas zêde we bi ser me de dişînin. Sedema qilqilîn û hilpekîna we ev yek bi xwe ye. Temamê dinyayê wehşeta ku ji teref îsraîlê ve li Filistînîyan tê kirin wek qirkirinekê qebûl dike; lê belê hûn ne li ba mezlûman li ba siyonistên jenosîdvan cî digirin ku ev yek bi xwe dide zanîn hûn çi tehm însan in. Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin.”

“Ma ew kesê ku li Roboskîyê bi şirîkên xwe yên kûr re bû yek û bû sedema qetilkirina 34 Kurdan ne hûn bi xwe bûn?”

Emîroglu di berdewama daxuyanîya xwe de got ku PKK îhaleya tunekirina wan qezencên Kurdistana Başûr girtiye li ser xwe û heman PKK doza Roboskî bi zanebûn hiştiye ku dereng bimîne û gundî mexdûr bibin. Emîroglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îhaleyeke din a ku ji we re hatiye dayîn tarûmarkirina erdnigarîya Kurdan û qezencên Kurdan e. We bi siyaseta kort û çalan bajarên me talan kir. We a niha jî îhaleyek girtiye û we ji xwe re kiriye hedef ku Kurdistana Iraqê tarûmar bikin û qezencên wan tune bikin. Hûn bûn sedem ku bi hezaran gundên Kurdan bên valakirin. Ma ew kesê ku li Roboskîyê bi şirîkên xwe yên kûr re bû yek û bû sedema qetilkirina 34 Kurdan ne hûn bi xwe bûn? We bizanebûn nehişt ku gundî serî li mehkemeyê bidin, gelo we doza Roboskî di miqabilê çi de firot? Hûn pêşî cewabê vê yekê bidin.”

“Hûn musîbeta herî mezin in ku bi serê Kurdan de hatiye”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de got ku ew kes li ser navê PKKê bi ferzkirina siyonizm û Amerîkayê ji tarîtîyên Qandîlê HUDA PARê dike hedef da ku HUDA PAR di nav civakê de pêşve neçe û jêre eleqe jê re neyê nîşandan. Emîroglu herî dawî wisa got: “Ma hûn zen dikin ku însan nizanin hûn û CHP îro li Tirkîyê ji bo siyonizmê nobedarîyê dikin. Ew ê gelê Kurd ê Misliman qetîyen ji menfeatên siyonizmê re nobedarîyê neke. Û ne heddê te ye ku tu ji HUDA PARê re gotinan bike. Ji dêla ku tu bipirsî ka HUDA PAR çi dikî, tu hesabê wê ‘kerîtîya mayînan’ a ku hûn ji bo emperyalistan dikin bide.

Ev bû 40 sal we ji kuştin, xerakirin û kaosê pêve neda Kurdan. Zû yan dereng elbet hûn e rojekê hisabê vê yekê bidin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.