Bernameya fînalê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş E” wê li Dîyarbekirê bê tertîpkirin

Bernameya fînalê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş E” wê li Dîyarbekirê bê tertîpkirin

Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş E”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 22yê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.

Weke her salan vêsalê jî Platforma Nesla Quranê ji bo zarokan perwerdehîya nimêjê da.

Ew ê perwerdehîyên nimêjê bi bernameyên fînalê dawîn bibin û fînala Dîyarbekirê jî di 22yê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de wê bê tertîpkirin.

Koordînatorê Bajêrê Dîyarbekirê yê Platforma Nesla Quranê Cîhad Kaplan derheqê bernameyê de daxuyanîyek da û hemû zarok û malbatan dawetî bernameyê kir.

“Nesleke ku heqê nimêjê dide, ew ê ji fuhşîyat û xerabîyan bê parastin”

Kaplan derheqê ehemmîyeta perwerdehîya nimêjê de axivî û weha got, “Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) ji me re dibêje ku zarokên xwe di 7 salî de dest bi nimêjê bidin kirin, piştî 10 salî jî bila di nimêjên xwe de bi duzen bin. Em jî wek Platforma Nesla Quranê li gorî tewsîyeya Pêxemberê me ji zarokên xwe re ji bona ku şiûra nimêjê çêbibe dest bi perwerdehîyan kir. Zarokên me hînê destmêj û nimêjê bûn. Ev jî ji bona me wesîleya îftîxarê ye.”

Kaplan, “Rebbê me di Qurana Pîroz de dibêje nimêj mirovan ji xerabî û fuhşîyatê diparêze. Çîmkî nesleke ku heqê nimêjê dide, ew ê ji fuhşîyat û xerabîyan bê parastin.”

“Roja Yekşemê em li ber Camîya Fatîhê ne”

Kaplan derheqê bernameya ku ew ê roja Yekşemê bê lidarxistin de jî axivî û weha got,

“Platforma Nesla Quranê her sal bernameya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş E’ tertîp dike. Li çar alîyê Tirkîyeyê van bernameyan di meha Tebaxê de dest pê dikin û di meha Îlonê de dawî dibin. Hemd ji Xwedê re li hemû bajar û navçeyan ev bernameya me dawî bû. Ew ê di 22yê Îlonê roja Yekşemê de di seat 16.00an de li ber Camîya Fatîhê bernameya fînalê bê tertîpkirin. Hemû malbatên hestyar dawetî bernameyê dikin û em ê li wê derê li bêvîya wan bin.” (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.