
Bernameya Îdana HUDA PARê diyar bû
HUDA PARê wê bi; AK Partî, Partîya Devayê, Partîya Ji Nû Ve, Partîya Saadetê, Partîya Rêya Netewî, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK-PARê re bi rûbirû îdanê bike.
Ji ber îdaneya di navbera partîyan de HUDA PAR jî wê bi 8 partîyan re îdanê bike.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin ew ê bernameya wan ewakî be:
“Di roja duyemîn a Eyda Remezanê yanê 31ê Adarê roja Duşemê de, serê ewil bi lijneya AK Partîyê re hevdîtinek bê kirin.
HUDA PARê wê li gorî rêzê dûre bi partîyên Devayê, Partîya Ji Nû Ve, Partîya Saadetê, Partîya Rêya Netewî, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK-PARê re bi rûbirû û hevdemî îdanê bike.”
Wê lijneyên ku werin Navenda Giştî ya HUDA PARê ji teref Sekreterê Giştî Mehmet Huseyîn Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî Hamdîn Aslan û Endamê Sazîya Îdareya Giştî Ubeydullah Çakir ve werin pêşwazîkirin.
HUDA PARê jî bi lijneyeke ku ji Alîkarê Serokê Giştî Îshak Saglam, Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Îmîr û Endamê Sazîya Îdareya Giştî Hamdullah Er ve pêk tê re, biçin navendên partîyên dinê û îdana wan bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.