Birûskê li dewaran da: 9 dewar telef bûn
Li navçeya Arguvana Malatyayê di encama ketina birûskê de 9 dewar telef bûn.
Bûyer li gundê Şotika Arguvanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku zêde barîya 9 dewarên kesê bi navê Dawûd Çiplak ji bo lê bisitrin ketin binê darekî ku di wê kêlîyê de birûskê li wan da.
Di encama bûyera ku pêk hat de 9 dewar telef bûn.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.