Borsavanê ku di weşana zindî de krîza dil derbas kir mir
Karsaz û borsavanê teqawîtbûyî Nasrullah Ayanê ku di weşana zindî ya ku beriya niha de beşdar bûbû de krîza dil derbas kir, piştî 2 rojan li nexweşxaneya ku lê hat rakirin jiyana xwe ji dest da.
Ayan dema di weşana zindî ya çend rojên borî beşdar bûbû de derbarê aboriyê de nirxandinan dikir, ji nişka ve nexweş ket û bi gotina, "Ez hinekî nerehet im, nikarim dewam bikim" weşana xwe di nivî de hiştibû.
Hat diyarkirin ku Ayan piştî vê acizbûnê hat rakirin nexweşxanê ku hat hînbûn ew krîza dil derbas kiriye. Hat ragihandin ku Ayan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.