Çavuşoglu û Blinken derheqê Efxanistanê de hevdîtin kirin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken geşedanên dawî yên li Efxanistanê gotûbêj kirin.
Derbarê hevdîtinê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di hevdîtinê de hevkarîya her du welatan a di warê Efxanistanê de û geşedanên dawî hatin gotûbêjkirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.