Ceseda keçika ku ketibû qenala avê hat dîtin
Li Eyyûbî'ya navçeya Riha'yê ceseda keçika 7 salî ku ketibû qenala avê hat dîtin.
Bûyer, li Mehela çolter a Ugurlu (Îgdeme) yê pêk hat. Melek Nûr K. ya ku denga xwe winda kiribû û ketibû qenala avê, ji bo wê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatibû destpêkirin.
Ceseda zaroka biçûk, se'etên şevî de li ser rêya Nusretîyê li cem tekneya avê hat dîtin.
Di heqê bûyerê de tehqîqet dewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.