Cotkar di bin 45 pileya germê de micadeleya jîyanê didin

Cotkarên ku piştî debra genim li ‘erdên xwe garis çand dikin, di binê nêzê 45 pileyan de micadeleya jîyanê didin.

Cotkarên ku debrê genim qedandin, mehsûlê duyemîn li ‘erdên xwe diçînin. Cotkarên Êlihê, gotin ku ew piştî debra genim li ‘erdên xwe cara yekeme ku garis diçînin.

Sîraç Cengîzê ku li gundê Girê Sîran a girêdayê navenda Êlihê cotkarîyê dike, qal kir ku ew berîya garis di nav 'erdê xwe de genim çandibû.

Cengîz diyar kir ku piştî çinîna genim ji bo silê garis diçînin û weha berdewam kir, “Îsal cara ewile me garisê 90 rojî wek berhema duyemîn çandîye. Ji ber vê yekê garisê ku em diçînin dê bibe garisê normal. Em îsal cara yekem diceribînin. Ji ber ku ev yekem e, em nizanin ka dê di 90 rojan de bigihîje an jî na. Ger ku ne wisa be em ê ji bo heywanan wek sîlê jêbikin.”

Cengîz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew îsal ji randimanê memnûn in û axavtina xwe weha dawî kir, “Ji ber ku ‘erdê me biav bû em ji randimana genim memnûn bûn. ‘Erdê me di navbera 500 û 800 tonî de randiman girt. Fîyet jî başbûn lê mazot bûha bû. Ji ber ku ‘erdên me biav in em motorên avê dişxûlînin. Em wek gundên dinê ji qenalan nikarin avê bigrin. Ji ber ku me hemû avdanîya xwe bi mazotê kir gelek pirsgirêkan kişand. Daxwazîya me ji hikumetê ev e ku bila mazotê erzan bikin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.