Cotkar ji palehîyê memnûn in lê gazinan ji lêçûnan dikin
Cotkarê ku ji ber ziwabûna salên borî bi kêmanî qismî nekarî ji axê berhemê bigire, ji barana têr a îsal razî ye, lê diyar dike ku bihabûna gubre û mazotê zêde bûye û ev tişt wan diêşîne.
Li gelek bajarên Herêmê bi taybetî jî li Diyarbekirê demsala çinînê dest pê kir.
Cotkarên ku li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê di warê genim û ceh de xebatên çandiniyê dikin, diyar kirin ku ji ber barana îsal berhem baş bû, lê ji ber zêdebûna bihayên lêçûnên kelûpelan, bi taybetî jî zêdebûna gubre û mazotê nikarin qezenc bikin.
Ali Uyarê yek ji Cotkaran e wisa peyivî:
“Rewşa erda baş e. Wa me dest pê kir û çinîn. Lê ji ber ku mesref û malîyet, gubre û mazot zêdeye xelas nake. Ji ber ve yekê jî a niha cotkar jî tu kar naxe dest. Mesrefê xwe jî xelas ke dîsa baş e lê mesref jî zor xelas dibe. Li gorî par ji ber verimê îsal baş be lê zêde bûna malîyetê mesrefan dernaxe. Ji ber ku îsal baran zêde bû ji par baştir bû. Tu malîyeta mazot, gubre gerek genim 15 TL ceh jî 10 TL bûna.”
Hecî Mehmet Selîm Bîldîrîcîyê ku yek ji cotkarên Çinarê ye got ku, “Weleh şikir ji Xwedê re rehmet habû û dirûma erda baş bû. Ceh û genim baş derket. Lê tenê fîyet pir kêm e. Gubre biha ye, lîtra mazotêsalê çûnê vî wexta 20 TL bû a niha 45 TL ye. Îlaca em davêjin jî hema werê ye. Yanî gerek Wezîrê Çandinîuê bibêje, “mazot 40 TL gelo fîyetê genim, fîyetê nîsk û ceh çi ye?”. Yanî bi vî hawî vêya heqaretek li cotkar tê. Welehî cotkar perîşan e, cotkar deyndar e. Ji bo ku xwedîkirina heywanan dîsa dest pê bike gerek hebikî bê xebitîn. Kîloya genim gerek a niha 15 TL be. Yanî ji ber mazot, gubre, heqê bîçere, heqê îlaca ye gerek herî kêm 15 TL be. A niha 9-9,5 TLye.”
"Gerek kîloya genim herî kêm 15 TL be"
Mehmet Demîrtaş got ku heqê genim û ceh weke sala çûnç ye lê belê lêçûna 2 qatin û wiha gotinên xwe doman:
“Elhemdûlîllah li gorî par îsal rehmet hebû, randiman baş e. Lê belê fîyet ji kokê tune ye. Genim ani ha 9-9,5 TL ye, kêm kêm tên bi 10 TLyan dikirin. Salê çû jî bi 9,5 TLyî da, îsal jî heman tiştî dibêjin. Gubre, mazot, heqê îlac ji sedî sed zêde bûne. Ka wê çawa çêbibe. Em dibên ‘Hema ya Rebbî em deynê xwe derxistana, tişt ji me ra ne lazim e.” Îja karê me ma ji dewlet re. Tiştekî kirin kirin, nekirin ji xwe em perîşan bûn. Kes a niha nikare heywanan jî xwedî bike. Dewlet destekê nede me wellehî emê dev ji her tiştî berdin. Tu devê kê vedike dibê je, ‘Emê dev jê berdin’. Çimkî bi zirarê îş nabe. Li herêma me her kes perîşan bûye. Ji xwe li herêma me gelîra her kesî li ser vê ye.”
"Cotkar ji randimana îsal memnûn in, lê em xwedî mekîne ne memnûn in"
Ammar Oğruk jî wisa got, “Cotkar îsal ji randimanê kêfxweşin. Lê belê em wek xwedî mekîneyê palehiyê ji bihabûna perçeyên mekîneyê û mazotê ne razîne. Heqê reyîçê hat gotin lê ji bo me kêm e. Dahat û lêçûn li hev nakin. Reyîç ji 170-180 hat gotin lê gerek ne kêmî 250 ba. Ev fîyet me xelas nake. Her perçeyeke mekîneyê ji 3-4 hezaran dest pê dike. Rewşa mazotê dîyar e. Ka jî îsal pere nake. Em li her derê welat digerin li giştîya herêmê randiman baş e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.