Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 44 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 44 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 44 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6 hezar û 370î.

Lı gorî daxuyanîya ku Wezîr Koca belav kir; di 24 seatên dawî de zêdetirî 110 hezar test hatin kirin û di encama van testan de bi 1587 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 170 hezar û 133 kesî. Di 24 seatên dawî de 1087 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 244 hezar û 133 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.