
Di erdhejên li Myanmarê de 694 kes mirin, 1670 kes jî birîndar bûn
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Li nêzê herêma Sagainga Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de du erdhejên mezin pêk hatin, di encama erdhejê de li welat xerabûnên mezin pêk hatin.
Li gorî daxuyanîya enformasyona bireveberîya leşkerî, di encama erdhejan de li gorî diyarîyên ewil 694 kesan canê xwe ji dest dane, ji 1670 kesan zêdetir jî mirov birîndar bûne, hêj 68 kes jî winda ne.
Erdheja ku pêk hat, li welatên cîran jî wek Çîn û Taylandê hat hîskirin. Li Bangkoka peytexta Taylandê balaxaneyekî 30 qatî hilweşîya û di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku piştî erdhejê li herêmê gelek erdhejên biçûk pêk hatin.
Rayedaran, di warê berdewamkirina erdhejên biçûk de hişyarîyan dan.
Bireveberîya leşkerî ya li Myanmarê, piştî erdhejê banga alîkarîya navneteweyî kir.
Ekîbên xelaskirinê, li ser kavilan xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê didomînin, zerargirtina binesazî û xetên ragihandinê karên ekîban dike nav zehmetîyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.