Di lêpirsîna Narîn Gûran de 2 kesên din jî hatin binçavkirin

Di lêpirsîna Narîn Gûran de 2 kesên din jî hatin binçavkirin

Di lêpirsîna Narîn Gûran a 8 salî ya ku li Taxa Tavşantepe ya Navçeya Baglarê ya Navendî piştî winda bûbû cesedê wê hatibû dîtin de 2 kesên din hatin binçavkirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya der barê qetilkirina Narîn Gûran a di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya Navendî ya Baglarê winda bûbû û cenazeyê wê di 8ê Îlonê de li Çemê Egertutmazê hatibû dîtin, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de mervên wî Îsa K. û Şeyma K. yên ku bi îxbarên sexte rêça lêpirsînê guherandibûn hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Yuksela diya Narînê, birayê wê yê mezin Enes, mamê wê Fuat Gûran û 2 pismam û xaltiya wê jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.