Di nava malbatên neyar pevçûn derket: 2 kes mirin
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, di navbera du malbatên ku di navbera wan de neyartî hebûn de bi çekan şer derket. Di encamê de 2 kes canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li ser rêya Golcuka Curnê Reş pêk hat.
Li gorî îddîayan di navbera du malbatan de gengeşî derket, gengeşîya ku derket di demeke kurt de ji şerê çekdarî re vegerîya.
Hat îfadekirin mirovên birîndar ji Nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku herdu birîndar jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.