Di teqîna tankera sotemenîyê ya li Nîjeryayê de hejmarê mirîyan derket 147 kesan

Di teqîna tankera sotemenîyê ya li Nîjeryayê de hejmarê mirîyan derket 147 kesan

Li Nîjeryayê, tankera sotemenîyê ji rê derket û qelibî, di encama teqîna tankerê de 147 kesan canê xwe ji dest dan, ji 300î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Li wîlayeta Jîgawaya Nîjeryayê, ji ber qelibîna tankera sotemenîyê teqînek pêk hat, li ser teqînê 147 kes mirin, 300 kes jî birîndar bûn.

Derheqê bûyerê de ji teref berdevkê polêsê Jîgawayê Shiisu Lawan Adam ve daxuyanîyek hat dayîn. Adam weha got, “Di encama qezakirina tankera sotemenîyê de, sotemenî ket nav qenalê. Niştecîhên ku li herêmê dixwestin sotemenîyê bistînin, çûn cîhê qezayê. Di wê demê de jî teqîneke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.”

Sekreterê Giştî yê Wîlayeta Jîgawaya Ajansa Rewşa Acîl ê Nîjeryayê Haruna Mairiga, îfade kir ku di teqînê de 147 kes mirin, 300 kes jî birîndar bûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.