Di xwepêşanên ku li Afrîkaya Başûr berdewam dikin hejmara mirîyan derket 32 kesan
Hat ragihandin xwepêşanên ku piştî tewqîfkirina serokomarê berê Jacob Zuma dest pê kirin bênavber berdewam dikin.
Polêsê Afrîkaya Başûr hewl dide bi midaxeleyên tund xwepêşandêran belav bike. Lê belê ji ber ku xwepêşandêr jî bersiv didin polêsan di navbera terefan de pevçûn derdikevin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha 32 kes mirin û zêdetirî 300 kesan jî hatin binçavkirin.
Xwepêşandêrên ku dadikevin kolanan lastîkan dişewitînin û xwepêşana xwe didomînin.(ÎLKHA)
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.