Dr. Sertaç Tekdal: Xebatên ku ji bo Îslamê tên kirin ji rijandina hêstrên çava girîngtir e

Dr. Sertaç Tekdal: Xebatên ku ji bo Îslamê tên kirin ji rijandina hêstrên çava girîngtir e

Dr. Sertaç Tekdal, “Helbet ji bona Xwedê rijandina hêstran bi qîmet e lê xwêdanên ku di wê rê de tên rijandin qîmettir e. Ger ku Hezretî Huseyîn, şîna Îmam Alî û Îmam Hasan bikira ew ê di rêya Kerbelayê de negihîşta wê micadeleyê.”

Cemîyeta Mistez’efan, ji bona Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê hatin şehîdkirin bi şîara “Sekinîya Li Hember Zilmê û Çûndina Li pey Ehlî Beytê” bernameyek tertîp kir.

Bername li Dîyarbekir di Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê de hat tertîpkirin.

Sertaç Tekdal di bernameyê de axavtinek kir, di axavtina xwe de bal kişand ku kirina şînê ya ji meseleya Kerbelayê re pêştir lazim e ku mirov ji wê hadîseyê dersan ji xwe re derxe. Tekdal, bal li ser muhîmtîya micadeleya Kerbelayê ya li hember şîna wê kişand.

Tekdal di axavtina xwe de weha got, “Helbet ger ku ev mesele meseleyeke wisaye ku di dîrokê de hatibe jîyankirin û bi tenê di wê dîrokê de bimîne bûna me yê îro li vê derê qala vê meseleyê nedikir û dema ku me qal jî bikirana tu me’neyeke vê axavtinê ew ê çênebûna. Lê wek ku hûn jî zanin ku îro jî Kerbelayên cuda tênê jîyankirin û 3 roj berê jî li Filistînê ev hat jîyankirin û hêj berdewam dike. Ev tişt dibe ku ji ber encama baş nefêhmkirina Kerbelayê ye.”

“Ger ku Hezretî Huseyîn tenê şîna Îmam Alî û Îmam Hasan bigirtana ew ê negihîşta wê micadeleyê”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku daîma di dîrokê de li hember zalim, xaîn û qatilên Kerbelayê mêrên ‘egîd û mêrên îman ên Kerbelayê hebûne, “Kerbela îro dastaneke mezin yê bi ders û îbret e. Ji ber vê yekê ye ku em Kerbelayê tenê bi bîranînê îfade nakin, bi tevî bîranînê bi fêhmkirinê jî îfade dikin. Her çi qas jî em Kerbelayê bi şiîr, îlahî û merşan tînin bîra xwe jî gerek bi şînê tenê jî neyê fêhmkirin. Ji ber ku pîvana mîrata Kerbelayê tê paşguhkirin û ev rewş rê li ber têgihiştina Kerbelayê digire. Ji ber Kerbelayê dilê me diêşe, çavên me pîr dibin, lê dema ku ev sînorê nerm di hundurê xwe de bimîne, xemgînî dikare bibe kelemek ku dest û lingên me girêdide dema ji wî sînorê nerm derkeve û digihîje asta zêdebûnê.”

Tekdal, weha axivî:

“Helbet rijandina hêstirkan ya ji bona Xwedê bi qîmet e lê xwêdana ku di wê rê de tê rijandin qîmettir e. Ger ku Hezretî Huseyîn tenê şîna Îmam Alî û Îmam Hasan bigirtana ew ê li Kerbelayê negihîşta wê micadeleyê.

Dema ku em vê meseleya xemgîn bînin rojevê gerek nevegere wan meseleyên xemgîn. Pirsgirêka me ya mezin a bi ummeta Îslamî jî ev e. Digel ew qas xeberdanan mixabin Kerbelayên me kêm nabin, zêde dibin. Dema ku em rûnên zêdebûna Kerbelayên xwe bifikirin em ê bibînin ku em Kerbelayê bi heqî fêhm nakin û îdreq nakin. Tekfîrkirina Misilmanan, neyartîya Misilmanan ku li ber vê meseleyê jana ewê herî mezin ya vê ummetê ye.

Îro neyarên Îslamê vê jana me ji bona xwe bi kar tîne û me dike nava hev, tefrîqayê dike nav me, fitne û fesadîyê çêdike. Lazim e ku ummet jî fêhma vêya bike, lazim e ku vê janê nevegerîne ji bona ji janên nû re. Ger ku ehlî beyt îro bijîyana ez bawer im ku ew ê hêvîya yekîtî û wehdetê bikira, ew ê xwe ji ev cudayî û tefrîqayê biparêsta na.”

“Mesele; bi tenê gotinan na, gerek mayîna bi tevî qelem û şûrên xwe jî li cem Îmam Huseyîn be”

Tekdal axavtina xwe weha domand, “Carna em diqirînin û dibêjin Îmam Huseyîn, Kerbela… lê divê em vê yekê paşguh nekin, her çiqas em di rewşa gelê Emewiyan de bin jî bi jiyan û têgihîştina xwe, hezkirina xwe ya ji serwet û desthilatdariyê re, qêrînên me me dike ku em li pişt Hz.Huseyîn in. Ev tişt, xweyn ji xapandina xwe tiştek dinê nîne. Ger ku fikr û jiyana me jîyaneke ku ji Xwedê durkirîbe gotin û peyvên ku em dibêjîn jî ew ê vir bibe. Mesele ne bi gotinên me tenê, mesele bi tevî şûr û qelemên xwe jî gerek mayîna li cem Îmam Huseyîn be.”

Tekdal qala dirûvpêketîna Kerbela û Qudsê jî kir û weha axivî, “Di herduyan de jî gelek zilm û janan hatin kişandin û îro jî ew zilm û janan tên kişandin lê di herduyan de jî sekneke bi îzzet û berxwedaneke bi îzzet heye. Di herduyan de jî xelaskirina îzzeta ummetê heye. Di Kerbelayê de jî û di Qudsê de jî necudakirina pîrek-zilam fedabûnî heye. Li Kerbelayê Alî Axar… 3 roj berê li Xezzeyê qîza meya Ala ya 6 salî şehîd bû. Du herduyan de jî embergo çêbû, ji av û hemû tiştan mirûz hatin hêştin. Micadeleya Îmam Huseyîn ew ê ku heta îro anîtîye Zeynep bû. Ji ber vê yekê li Qudsê jî pîrek û zarok parçeyeke micadeleyê ne.”

Tekdal, di berdewama axavtina xwe de qal kir ku navê Hezretî Huseyîn, ji teref kes û cihên ku endîşeyên wan yên îslamî tuneye ve jî tê ser ziman, gerek ev rewş jî Misilmanan şaşwaz neke, “Îro tu kes nabêje ku ez li hemberê Hezretî Huseyîn im. Qatil û peyrewên Şêx Seîdê ku wek Îmam Huseyn derketin rê û piştî qiyametê hatin qetilkirin jî dibêjin Îmam Huseyn. Gelo ew piştgirîya doza Îmam Huseyn dikin yan Qudsê, yan jî piştgirîya Qudsê dikin ku îro Îmam Huseyn wê biparêze? Na. Yê ku bê berjewendî piştgirîya Orşelîmê dike; Heger mal, meqam û hêza xwe li ber Qudsê nehêle, evîndarên Ehlê Beytê ne. Xwedê me bike nav evîndarên ehlî beytê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.