Emrên biçûk lê dilên mezin: Tizbî û zendikan firotên qezencên xwe bexşê Xezzeyê kirin

Emrên biçûk lê dilên mezin: Tizbî û zendikan firotên qezencên xwe bexşê Xezzeyê kirin

Li Meletîyê 4 heval, ji qirkirina ku li Xezzeyê pêk tê re bêdeng neman û di vê armancê de tizbî û zendikên ku çêdikin di li ber camîyê difroşin, qezencên ku bidestdixin jî bi navbeynkarîya Komeleya Karwana Hêvîyê ya Meletîyê bexşê Xezzeyê dikin.

Li Xezzeyê hilweşandinek mezin pêk tê û qirkirina sîyonîstan tê jiyandin, lazimatîyeke mezin a xelkê Fîlîstînê jî ji amûrên tenduristî û alîkarîyên însanî re heye.

Saziyên alîkariyên Îslamî ji bo birayên xwe yê Fîlistînê bê xwedî nehêlin ev serê 12 mehan e ji bo xelkê Xezzeyê alîkarîyan kom bikin kampanyayan lidardixin.

Digel mezinan bi tayîbetî zarokên biçûk jî ji bo alîkariyê bighêjinin ji misilmanên Xezzeyê re hewl û xîretên didin dibe sebeba teqdîran.

Di çerçoveya alîkarîya Xezzeyê de li Meletîyê 4 hevalên Ahmet Tevfik Siraçoğlu, Muhammed Emin Gûndogdu, Kerem Gûndogdu, Ahmet Cihat Demir di wextên xwe yê vala de bi morîkan tizbî û zendikan çêkirîn û li ber camîyan dest bi firotinê kirin.

Zarokên ku emrên wan biçûk in lê dilê wan mezin in, pereyên ku kom kirin jî bi navbeykarîya Komeleya Karwana Hêvîyê ya Meletîyê bexşê Xezzeyê kirin, ev jî bû sedema teqdîr û tewecûhan.

Zarokên ku ji bo birînên birayên xwe yên Xezzeyê re dibin derman bang kirin ku li dijî berhemên rejîma sîyonîst boyqotê bikin.

İşgalci siyonist rejimin Gazze'de 11 aydır soykırım uyguladığını anımsatan çocuklardan Ahmet Tevfik Siraçoğlu

Ahmet Tevfîk Sîraçoglu îfade kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst ev bû 11 meh e li Xezzeyê qirkirinê bikar tîne û weha got, “Rejîma sîyonîst nabêjin bebik, zarok, pîrek, îhtiyar her kesî qetil dikin. Me jî bi hevalên xwe re got emê ji bo birayên xwe yê Xezzeyê çawa bibin alîkar û em fikirîn. Di dawiyê de fikrek hat heşê me. Em ê morîkan bikirin û bikin tizbî û bifroşin. Me qezenceke xweş bi dest xist. Me pereyên ku kom kir bi navbeykarîya Karwana Hêvîyê bexşê Xezzeyê kir. Wek zarokan ev ji destê me dihat û me jî vêya kir. Ji xeynî alîkariyan tiştê herî muhîm jî boyqot e. Berhemên sîyonîstên îşxalker û berhemên welatên destekê didin wan hewceye bê boyqotkirin û neyên standin.”

Rayedarê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Meletîyê Veysel Yildiz jî ji bo alîkariyên bi manîdar ji zarokan re teşekur kir:

“Ji ber qirkirina li Xezzeyê dewam dike zarokan bi keda destan tizbîyên ku çêkiribûn li ber camiyan firotin û ji bo ji Xezzeyê re bê bexşkirin teslîmê me kirin. Hevalên wan di parqan de digerin lê van zarokan di wextên xwe yê vala de tizbîyan çêkirin û firotin û ji Xezzeyê re dibin merhem û derman. Înşallah em ê di demeke kin de vî pereyê ku hatîye bexşkirin ji Xezzeyê re bişînin. Rebbê min xêra wan qebûl bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.