Emrîqa: Wê destega me ya ji îsraîlê re bidome
Wezareta Parastina Emrîqayê piştî êrîşa rejîma terorê ya ku ji Nexweşxaneya el Ehlî Baptîstê re lidarxist, daxuyanî belav kir û diyar kir wê ji sîyonîstên terorîstan re alîkarîyên xwe bidomînin.
Alîkarê Berdevkê Pentagonê Sabrîna Sîngh, di civîna çapemenîyê de, derheqê êrîşa ku li Nexweşxaneyê hat kirin û herî kêm 500 sîvîl şehîd bûn de weha got:
“Bi vebirî em ji îsraîlê re ji bona ku li Xezzeyê HAMASê tune bike lazimatîya wî ya sîstema parastinê çi hebe didin wan.
Artêşeke bi yetenek û profesyonel ya îsraîlê heye. Em bawer dikin ew ê ew alîkarîya ewlehîyê ya ku ji wan re tê kirin û li Xezzeyê bikartînin ji bona ku HAMASê hedef bigrin bê bişixulînin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.