Erdogan li Amedê yekemîn car navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe

Erdogan li Amedê yekemîn car navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe

Erdogan li Amedê yekemîn car navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Amedê axaftinek kir û bo cara yekemîn nave Kurdistanê anî ser zimanê xwe. Erdogan peyamên aştî û çareseriyê da û ragihand, eger Amed pêvajoyê himbêz bike dê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û girtîgeh jî werin valakirin.

Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan îro (16.11.2013) li Amedê axaftinek kir û peyam û daxuyaniyên girîng da.

Erdogan bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hunermend Şivan Perwer bo Amed û Tirkiyê kir û bo cara yekemîn navê Kurdistanî anî ser zimanê xwe û wiha got: “Ez bixêrhatina Serokê Rêveberiya Kurdistana Iraqê, dost û birayê xwe Birêz Mesûd Barzanî bo Amed û Tirkiyê dikim…”

 

Serokwezîrê Tirkiyê gotinên Mela Mistefa Barzanî yên 81 sal beriya niha û dema ku koçberî Tirkiyê bibû, bibîr anî û diyar kirk u Mela Mistefa Barzanî 81 salan beriya niha ji ber û dema welatî wî hatibû bombebarankirin, berê xwe dabû Tirkiyê û wiha gotibû: “Em li benda wê bûn ku Tirkiye me li darê bide lê em bi kêfxweşî hatin Tirkiyê. Ji ber ku me dixwest eger mirinek hebe jî bila li Tirkiyê be.”

Erdogan li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî axivî û diyar kir ku eger Amed pêvajoyê himbêz bike wê çaxê dê girtîgeh bên valakirin û yên li çiyê jî dê dakevin.

Serokwezîr Erdogan hunermend Ehmed Kaya jî bibîr anî û strana wî ya bi navê “Diyarbekir” got û ragihand, xwezî niha Ehmed Kaya jî li vir digel Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises ba û stran gotiba lê mixabin nebû…

Receb Tayîb Erdogan her wiha da zanîn, dê hinek projeyên girîng jî li Amedê veke ku bûdceya wan projeyan herî kêm 500 milyon dolar e.

Piştî axaftinê, Erdogan û Barzanî tevlî merasima zewaca 360 keç û xortan bûn.

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.