Erdogan, Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad gerîya û tazîyeyên xwe jê re pêşkêş kir
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam gerîya û ji ber wefata xuşka wî jê re sersaxî dayê.
Nacîye Saglama ku xuşka Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam berî vê çendakî ji ber nexweşîya xwe li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin rehmet kir.
Ji ber wefata Nacîye Saglam, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam gerîya û ji ber wefata xuşka wî jê re sersaxî dayê û ji ber wefata wê xemgînîyên xwe anî zimên.
Îshak Saglam jî ji ber ku Erdogan lê gerîya jê re teşekkur kir.
Wezîrê Edaletê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul jî li Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam gerîya û ji ber wefata xuşka wî jê re sersaxî dayê.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.