Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye

Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye

Weqfa Evîndarên Pêxember ku li Dîyarbekirê ji bo desteka Tofana Eqsayê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, bibîrxist zimanê ku sîyonîst ji fêhm dike zimanê qewetê ye, Weqf bal kişand ku divê 57 welatên Îslamê “Îtîfaqa Qudsê” damezrînin.

Li Dîyarbekirê ji bo destekê bide Xezzeyê daxuyanîya çapamenîyê hat lidarxistin.

Weqfa Evîndarên Pêxember li navçeya Kayapinarê daxuyanîya çapameniyê lidarxist û di bernameyê de Dr. Sertaç Tekdal axaftinek kir û îfade kir ku ev 11 meh e li Xezzeyê mucadeleyeke pîroz tê dayîn.

Tekdal weha got, “Di aliyakî de kesên ku bi îzzet berxwedanê dikin û kesên ku destekê didin wan, di aliyakî din de jî kesên ku ji vê wehşetê re dibin destek û bê deng dimînin heye. Di aliyakî de kesên ji îzzet û şerefê re bûne naîl, di alîyê din de jî kesên ji însaniyetê derketine û qirêj bûne heye. Kesên ku divê doza bi şeref û îzzet heq kirine ji xwe Xwedayê Teala wê destekê bide wan. Ger kesên ji vê doza pîroz re bê deng dimînin bila zanibin ku ji ber vê îzzet û şerefê heq nakin Xweda nisîbê wan nake. Em civak û dewlet çiqasî ji vê doza pîroz re eleqeyê nîşan bidin Xweda wê ewqas îzzet û şerefê bike nasîbê me.

Piştî axaftina Tekdal daxuyanîya çapameniyê ji teref Suleyman Borû ve hat xwendin.

Borû di weha îfade kir, “Siyonistên ku Hiqûqa Navneteweyî û Qerarên Navneteweyî bin pê dike ji bo bê sekinandin tenê rêyek heye, ew jî bikaranîna hêz û qûwetê ye. Li pişt rejîma terora siyonist a ku hemû Qerarên Navneteweyî bin pê dike, desteka Emrîqa û welatên rojavayê heye. Ji bo zilma li Xezzeyê bê bidawîkirin hewceye alternetîfa leşkerî li ser maseyê hebe. Li dijî fîrawûnê ku zarok, pîrek û sivîlan qetil dike wextê bûyîna Mûsa hatîye û derbas bûye jî.”

Di daxuyanîyê de careka din bang li welatên Îslamê hat kirin û hat destnîşankirin ku hewceye li dijî siyonistan hêzek mezin bê ava kirin.

Borû di dawîyê de weha îfade kir, “Ava kirina vê hêzê bi îtîfaqa herêmê mumkun e. Di serî de Tirkiye, Urdun, Libnan, Îran, Iraq û 57 welatên Îslamê divê “Îtîfaqa Qudsê” pêk bînin. Ava kirina vê îtîfaqê weka siyonist dev ji îxtîlaf berdaye mumkun e. Wext ne wexta axaftina îxtîlafan e. Wext wexta xelas kirina birayê me yê Xezzeyê ye. Wext wexta ava kirina Îtîfaqa Qudsê ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.