Evîndarên Pêxember: Ji teklîfa qanûna ku dibêje yên ku beşdarî sûcê bûne bila bên cezakirin re destekê bidin
Dîyarbekirîyên ku bi armanca ji Tofana Eqsayê re bibin destek kom bûn, bang li sîyasîyan kirin ku bila teklîfa ku derheqê cezakirina welatîyên Tirkîyeyî ku beşdarî wehşeta sîyonîstan bûne de ji Meclîsê re hatîye pêşkêşkirin re destekê bidin.
Weqfa Evîndarên Pêxember ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji Tofana Eqsayê re destekê didin û meydanan vala nahêlin, wek her hefteyî doh êvarê jî di meydanan de bûn.
Di bernameyê de endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut axavtinek kir, wî di axavtina xwe de bal li ser bêdengîya serokên welatan, berxwedana ku berdewam dike û desteka xelkê ku 8 meh e piştgirîyên xwe didomînin kişand.
Turgut di axavtina xwe de destnîşan kir dinya ev bû 8 meh e wehşetekî temaşe dike û serokên 57 welatên Îslamê jî ji vê zilm, îxanet, neheqî, qirkirin û qetlîaman re bêdeng dimînin, “Em ê îşev qala wehşet, îzzet, qîyam û şoreşa esrî bikin. Lê ez di pêşî de ji xelkê Dîyarbekirê ku ji roja ewil a qîyamê vir ve kolanên Dîyabekirê kirine wek kolanên Xezzeyê, rûniştinên bêdem kirine, ji çavên xwe rondikan rijandine, bi wesayîtan konvoyan tertîp kirine, duayê kirine, boyqotê kirine û destekê wan re teşekkur dikim. Haya Îzzeddîn El Qessam ji vê sekina we çêbû.”
“Ji 7ê Cotmehê şûnda êdî dinya ew ê wek berê nebe”
Turgut di berdewama axavtina xwe de bibîr xist ku nêzê 8 meh e bi tevî yên ku di bin enqazan de ne nêzê 50 hezar şehîd, ji bi sedhezaran zêdetir birîndar û xazî hene, bi tevî vana bi sedhezaran xanî hatine xerakirin, “Wek erdheja li Mereş, Semsûr, Hetayê hetta ji wan jî zêdetir xanî hatine xerakirin. Pîrek, îxtîyar, ciwan û zarok bi zindî hatine qetilkirin. Vê wehşeta esrî bi tevî şebekeya terorê ya sîyonîstan hemû mistekbîrên dinyayê wek Emrîqa, Îngilistan, Fransa, pîyonên hevkarên wan ku ji wan re dibêjin Misilman û bûne kuçikên wan hêj didomînin.”
Turgut, “Dema ku zilm û wehşeta esrî hat kirin mînaka îzzeta esrê jî derket holê. Di dîrokê de em ji wan re dibêjin, Eshabî Uhdud an hevalên Hezretî Huseyînê li Kerbelayê an jî Eshabê Kehf ê ku li hember siltanê zalim gotina heqîyê digotin. Li Dinyayê Erebistana Sûidî ku bi şerîatê hikum dike û li wê derê Mekke û Medîne heye û dewletên ku bi hezar salan e beyreqdarîya Îslamê dikin, wan seydayan, aliman, serokan û siltanan di seray û koşkên xwe de rûdinên kulmekî ciwan rabûna pîya qîyamê dikin, bi vê qîyama xwe dinyayê ji cîhê wê hejikandin. Wî sekina Ebû Ubeyde; tehtê zaliman hejikand, serey û koşkên wan kir wek xwelîyê, duzena dinyayê guhert. Ji 7ê Cotmehê şûnda êdî dinya ew ê wek berê nebe. Gotin dinya ji 5an mezintir e lê werin lê binhêrin 5 welat dinyayê îdare kirin.”
“Wan ciwanên Xezzeyî edaleta Îslamê temsîl dikin”
Vedat Turgut di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku dinya ji teref Emrîqa û sîyonîstan ve û ji teref cihûyîyekî hindik ve tê îdarekirin, “Bila tu kesên ji welatên Îslamê qala demokrasî, mafên însan, pîrek, zarok û heywanên Emrîqa, Ewrupa, Fransa û Îtalyayê neke! We tev winda kir û wan putên xwe bi destê xwe xwarin. Tava edaleta Îslamê bilind dibe. Wan ciwanên Xezzeyî edaleta Îslamê temsîl dikin.”
Turgut di berdewama axavtina xwe de derheqê aqûbeta serokên welatên Îslamê jî kir û axavtina xwe de weha domand:
“Divê em qala zelîlên esrê jî bikin. Qaşo ew xwedî dewlet û koşkan bûn, artêşên xwe bi hev re dikirin pêşbirkê… Me dît ku ew çiqas tirsonek in. Ew ê bêguman rojekî serokê 57 dewletan bimrin, seray û koşkên wan li ser serê wan xera bibe û em ê di demeke kurt de vêya bibînin. Bi îzna Xwedê ew ê Îttîhadul Îslamî di serî de li erdnigarîya Îslamê dûre jî ew ê li ser dinyayê bibe fermana hukmê. Em hêvîyên xwe winda nakin. Çîmkî em dîroka Îslamê dizanin. Me di herba Talut-Calutê de dît. Kulmeke leşkerên Talut li hember artêşa Calutê ku wek devan bû xalip bûn.”
“Ger ku hûn dixwazin ji zilmê xelas bibin peymanên wan şîreketan fesih bikin”
Turgut, “Nêzê 50 hezar şehîdên me hene, bi sedhezaran birîndarên me hene. Xem tineye û em ê hebin û em bang li sîyonîstan dikin: Hûnê winda bikin, mafê we yê jîyanê tineye. Çîmkî hûn ne di erdnigarîya Îslamê de, hûn di dinyayê de ûrekî wek qanserê ne û dema ku ev ûr neyê paqijkirin ew ê sîstema dinyayê hizûrê nebîne. Hizûr û selameta dinyayê, ji bo mesleheta însanîyetê gerek hûn tune bibin.”
Vedat Turgut bibîrxist ku wezîfeyên ku bi xelkan û serokên erdnigarîya Îslamê dikeve hene, “Bi mehan me digot, ‘bazirganîyê qut bikin’ hinek ji me re dixweyîdiyan, dihatin ser me û ji me re digotin, ‘hûn çima hikumetê di nav tengasîyê’. Bazirganî qedîya. Ez niha dipirsim: Hûn çima 6-7 meh berê vê bazirganîyê û têkilîyê neqedand? Hûnê sibe çawa hesabê bidin? We qey vêya fikirî? Dibe ku hûn wek dewletî bazirganîyê qut kiribe lê hinek şîrket hêna jî bi vê îsraîla rezîl re bazirganîyê didomînin. Bi sotemenîya wan li Refahê agir dibarînin. Hûn hevparê vê zilmê ne. Ger ku hûn dixwazin ji vê zilmê xelas bibin peymana wan şîrketan fesih bikin. Qeweta we ji vêya re heye.”
Turgut, “Hûn nikarin wan SÎHAyên xwe yên ku ji Azerbaycanê re şîyand, leşkerên xwe yên ku ji Lîbyayê re şîyandîye ji ser serê sîyonîstan re bişînin da ku 3 heb an jî 5 heb bombeyan bavêjin? Hêj poşmanî feyde dike, werin ji vê xeletîyên xwe vegerin, wek naskirina dewletê ya îsraîlê dev jê berdin. Wezîfeya ku li ser me xelkan dikeve jî meydan, boyqot û berdewamkirina alîkarîyê ye.”
“Doza Qudsê heqîqatekî ku em bi ummetî di sinifê de mane ye”
Piştî axavtina Turgut Fatîh Taş bi navê Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîya çapemenîyê xwend.
Peymana vê hefteyê ya Evîndarên Pêxember ji rayedarên welatan re nebû, ji sîyasetmedarên Tirkîyeyê re bû.
Taş, “Di alîyekî de her roj zarok, pîrek û îxtîyarên ku têne qetilkirin; di alîyekî de jî kerîyeke temaşevanên ku vê wehşetê qebûl kirine… Di alîyekî de komeke sîyonîst ku bi tevî her qetlîamê de dijwartir dibe; di alîyekî de jî ummeteke belawela ku teslîm bûye û lîbasa zîlletê li xwe kirîye… Di alîyekî de qaşo micahîdên gotinan ku bi teesûbê hereket dikin û dixwazin birayên xwe yên dinê bifetisînin…”
Taş, “Ji ehlê wijdan û wan kesên ku rûmeta însanîyetê ji sîyonîzmê re nadin pelixandin re silav be! Yeîs û rehtbûn hesleta Misilmana nîne. Em mecbûr in ku sebr û ezmên xwe zêde bikin, şiûra Eqsa û Qudsê zindî bihêlin. Em ê daîma ji bona ku desthilatdaran bidin hereketkirinê rêyan bigerin.”
“Divê xelkê me ji teklîfa qanûnê re destekê bide”
Taş, “Pêşî ez vêya bibêjim ji ser welatê me ji sîyonîstan re sotemenî diçe, ji bona qutbûna vana tedbîran bigrin. Bi taybetî li dijî şîrketa SOCARa ku ji sîyonîstan re sotemenîyê dişînin mueyyîdeyan bikin. HUDA PARê ji Meclîsê re derheqê sîyonîstên ku ji Tirkîyeyê çûne li wê derê û herbê dikin bila bêne cezakirin re de teklîfek daye, destekê bidin vê teklîfê. Ji kampanyaya îmzeyê re destekê bidin.”
Taş di dawîya axavtina xwe de weha got, “Temaşebûna ji zilmê re alîgirîya zilmê ye! Xwedê me ji wan kesên di dilê wan de zilm heye biparêze… Silava Xwedê li ser we be.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.