Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azad: Ji bo Qudsê dema şîyarbûnê ye!

Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azad: Ji bo Qudsê dema şîyarbûnê ye!

Weqfa Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azad bi minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xistin.

Daxuyanî bi navê Weqfa Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azadê ve ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin. Unsal bal li ser ehemmîyeta Qudsê kişand û ji alema Îslamê re bang kir.

Unsal weha got: “Wext, wexta şîyarbûn û rabûnê ye! Ji bo demekî jî wextê me nemaye ku em di nav xefletê de bîmînin. Êdî dem dema ji bo xûşk û birayên me yên ku ji bo xelasîya Qudsê qîyamê kirine, bi feryadên xwe bang li ummetê dikin ku bila biçin alîyê wan û ji bo wan pîrek, zarok û zilamên mezlum û mistezef dema rabûnê ye.”

Unsal di destpêka daxuyanîyê de ayeta yekemîn a Sûreya Îsrayê xwend û dûre qala ehemmîyeta Qudsê kir ku Quds navê rehmetê û cîhê ku Pêxemberan pîyê xwe avêtine li wê derê ye.

Quds, berxwedan e, bi duayê sekin e, bi edaletê jî derîyê zeferê ye.

“Raya giştî ya navneteweyî li hember sûcên însanîyetê bêdeng dimîne”

Unsal, destnîşan kir Quds di bin îşxala rejima sîyonîst a terorê de ye, “Îro, Quds ku nîşana îzzet û rûmeta Misilmanan e, di bin destê qirêj ên sîyonîstên zalim de dike qîrînî. Gelê Filistînê, ji sala 1948an vir ve bi sîstematîkî dûçarê, zilm, îşxal û qetlîaman dibe. Bi taybetî qetlîm û qirkirina dawîn qala her tiştî dike. Van qirkirinan wehşeta sîyonîstan dide ber çavan.

Sîyonîstên îşxalker, bi qetlîam û qirkirinana li Xezzeyê û cîhên dinê xwîna Misilmanan diherikîne. Mixabin van zilman tenê ji teref sîyonîstan ve nayê kirin, ji teref emperyalîstên ku destekê didin wan ve jî têne kirin. Emrîkaya emperyalîst ji wan re hem di warê sîyasî de, hem jî di warê aborî û leşkerî de xwedî derdikeve. Lê mixabin raya giştî ya navneteweyî li hember sûcên însanîyetê bêdeng dimîne.”

“Cihûyîyên sîyonîst, tenê Filistînê nedane ber çavên xwe, ew hemû erdnigarîya Îslamê dane ber çavên xwe”

Unsal di berdewam daxuyanîyê de îfade kir ku Quds ne tenê meseleya gelê Filistînîyan de, Quds doza hemû Misilman û mezluman e:

“Micadelekirina ji bo azadîya Mescîdî Eqsayê wezîfeya her muminan e. Pêxemberê me gotîye, ‘Herin Mescîdî Eqsayê û li wê derê nimêj bikin. Heger hûn nikaribin biçin li wê derê, ji bona ku qendîlên wan bêne pêxistin rûnê zeytûnan bişînin.’ Xelaskirina Qudsê ji bo Misilmanan û ummeta Îslamê bi tevî wecîbeyekî dînî herba hebûn û tinebûnîyê ye.”

Cemîl Unsal bi kurtasî îfade kir ku tiştên ku piştî Tofana Eqsayê çêbûne ji bo ummeta Îslamê firsedek e. Çîmkî li her derê cephe hatîye vekirin.

“Em bang li alema Îslamê dikin; dem dema şîyarbûn û rabûnê ye!”

Unsal weha berdewam kir, “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azad, di herba Qudsê û xelaskirina Mescîdî Eqsayê de bi tevî canê xwe û malê xwe soz didin ku em ê destekê bidin û emê ji vê cîhadê xwe paşve nehêlin. Vê îlanê jî ji li vê derê ji hêzên mistekbîran re dikin.”

Unsal: “Em ji li vê derê, ji vê meydanê, bang li alema Îslamê dikin; dem dema şîyarbûn û rabûnê ye! Ji bo demekî jî wextê me nemaye ku em di nav xefletê de bîmînin. Êdî dem dema ji bo xûşk û birayên me yên ku ji bo xelasîya Qudsê qîyamê kirine, bi feryadên xwe bang li ummetê dikin ku bila biçin alîyê wan û ji bo wan pîrek, zarok û zilamên mezlum û mistezef dema rabûnê ye.

Ey Misilmano! Ey ummeta Îslamê! Ey Muminên zilam, pîrek, ciwan û îxtîyaran! Ey xwedî wijdan û rûmetê! Ey însanên azad! Herba xelasîyê ya Qudsê dest pê kirîye. Ebdên salih ên Xwedê lîbasa cîhadê li xwe kirine, bi xaçperest û sîyonîstên ku Qudsê di destê xwe de digrin re herbê vekirine. Ji wan re alîkarîyê bikin! Ji bo Doza Qudsê şervanan perwerde bikin!

Unsal herî dawîn weha go: “Ji vê herba îman û kifrê re, herba heq û batilê re, ji vê herba Furqanê re bi tevî malên xwe, canê xwe, zimanê xwe û bi boyqotên xwe destekê bidin. Werin em tev bi hev re ji vê zeferê re bimeşin.

Bi vê wesîleyê em Roja Qudsê ya Cîhanê yê hemû ummetê pîproz dikin. Ji Xwedê daxwaz dikin ku di demeke kurt de Quds û Mescîdî Eqsaya me azad bike. Bila me jî ji wan ebdên xwe yên bişeref ku di vê oxirê de micadeleyê dikin bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.