Ewrupa Yetîm Elî li Xarpêtê êtîman poşand

Temsîlkarên Ewrupa Yetîm Elîyê, di vê çarçoveyê de li navçeyên Palu û Kovancilarê ji bi dehan malbatên êtîm re kolîyên xwarinê û ji êtîman re jî xercane belav kir.

Ewrupa Yetîm Elîyê ku di rojên borî de ji Stenbolê bi rê ket û ji bo malbatên êtîm pêşî li Sakaryayê û pişt re jî li Balikesîr, Îzmîr, Mêrsîn, Entab, Riha, Dîyarbekir, Çewligê xebatên alîkarîyê li dar xist, kêfxweşiya xwe bi dayîna xercane û alîkarîyên cuda ên ji bi dehan malbatên li Palu û Kovancilarê re wan kêfxweş kir.


Sabri Acetê Temsîlkarê Hamburg yê Ewrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axivî û weha got, “Em bi navê Ewrupa Yetîm Elîyê li çar alîyê dinyayê alîkarîyên xwe didomînin. Ev alîkarîyên ku em belav dikin bi xêra xêrxwazên me ye. Em van alîkarîyên xwe yên ku gihaştine me, em bi destê xwe belavê malbatên mihtac dikin. Me îro jî li Xarpêtê bi belavkirina cilan, kolîyên xwarinê û dayîna xercaneyê 3 bernameyan tertîp kir. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me yên ku dilê wan êtîmên me yên hurik germ kirine û kêfxweş kirine razî bibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.