Fermandarê Cendermeya Dîyarbekirê Yildirim, derheqê Narîna winda de daxuyanî da

Fermandarê Cendermeya Dîyarbekirê Yildirim, derheqê Narîna winda de daxuyanî da

Fermandarê Cendermeya Bajêr ya Dîyarbekirê Tûmgeneral Selçuk Yildirim, derheqê xebatên lêgerînê a ji bo Narîna 8 salî ku 8 roj berê winda bûbû de agahîyan da. Yildirim destnîşan kir ku şikdarekî hatîye binçavkirin.

Narîn Gunar di 21ê Tebaxê seat 15.15an de li gundê Tawşantepeyê winda bûbû û xebatên lêgerînê hêj berdewam dikin.

Fermandarê Cendermeya Bajêr Tûmgeneral Selçuk Yildirim derheqê xebatan de agahîyan da û got, “Pir hindik maye ku em meseleyê çareser bikin.”

Yildirim di daxuyanîya ku da de îfade kir ku; ji Fermandarîya Cenderme ya Bajêr hezar û 30, ji AFADê 240, ji Midurtîya Ewlehî ya Bajêr 54, ji Îtfaîyeyê 25, ji Midurtîya Tenduristî ya Bajêr 48, Ji Şaredarîyên Navçe û Bajara Mezin 53, Zanîngeha Dîcleyê 80, Ji Dildarî jî 180 kes bi temamî ji 7 sazîyan hezar û 710 endam beşdarî xebatên lêgerînê bûne.

Yildirim îfade kir ku ji xebatên lêgerînê re; 9 kuçik, 115 wesayît, 2 helîkopter, 48 drone 55 kîlometrekare hatîye lêgerînkirin û lêgerîn didome, Yildirim îfade kir ku Tîma Xelaskirin Lêgerîn a Binê Avê ya Cendermeyê, ji Ekîbên Binê avê ya AFAD û Zanîngeha Dîcleyê tev de 24 personel di nav 5 newal, 3 lîç, 18 bîrên avê û 24 km qenala avê de xebatên lêgerînê kirine.

Hat îfadekirin ku 12 hezar û 565 wesayît û 32 hezar û 952 şexis hatine pirsyarîkirin, 44 jê li herêma cendermeyê 3 jî herêma polêsan di nav 47 xanî û 22 avahîyên xerabe de lêgerîn hatîye kirin.

Fermandarê Cendermeya Bajêr Yildirim destnîşan kir ku 16 nuqteya PTSyê û 78 qemera hatine nihêrtin, 8 jê şikdar 58 jê şahid tev de îfadeya 66 kesan hatîye girtin û yek kes jî hatîye binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.