Hamdan: Li ser rûyê erdê tu hêzek tuneye ku wesayeta xwe li ser Fîlîstînê bide ferzkirin

Hamdan: Li ser rûyê erdê tu hêzek tuneye ku wesayeta xwe li ser Fîlîstînê bide ferzkirin

Yek ji lîderên Hamasê Ûsame Hamdan, derheqê rewş û halê dawîn de beyan da. Hamdan got, li rûyê erdê tu kesek tuneye ku hukmê xwe li ser xelkê Fîlîstînê bide ferzkirin.

Ûsame Hamdanê yek ji lîderên Hamasê derheqê rewşa Xezzeyê de axifî. Hamdan got “Tûxayên Qasamê her tim darbeyên mezin li sîyonîstê dijmin dixîne. Rejima îşxalê kuştin, birîndar û windayê xwe vedişêre. Hal ev e ku kuştin, birîndar û weindayên wan li gor reqêmên ji teref wan ve tên eşkerekirin gelek zêde ne.”

“Li ser rûyê erdê tu hêzek tuneye ku wesayeta xwe li ser Fîlîstînê bide ferzkirin”


Ûsame Hamdanê temsîlakarê Beyrûtê yê Hamasê Ûsama Hamdan wiha got, “Berxwedêr û mucahîdan ji yekîneya Şalagê mîraleyekê sîyonistan kuştin. Ji teref Berxwedanê ve gelek eskerên îşxalê tên kuştin lê rejima îşxalê hejmarên xwe vedişêrin. Darbeyên mezin berxwedan li dijminê îşxalê dixe. Artêşa îşxalê pêşve naçe. A niha di serî de ketinin ku derê li wê derê mane. Hêzên berxwedanê xelkê fîlîstînê diparêzin.wê vê parastinê bidomînin. Amade ne ku canê xwe di vê oxirê de bidin.a niha netanyahû nahêle ku em hin esîran serbest berdin. Li rû erdê tu kes tuneye ku wesayeta xwe li ser xelkê Fîlîstînê bide ferzkirin. Em carek din taleb dikin ku bila neteweyên yekbûyî bê xezzeyê nexweşxane zîyaret bikin. Em ji hemû qetlîaman Emrîkayê mesûl digirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.