Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 13 milyon û 445 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 13 milyon û 445 hezar û 997 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 755 hezar û 348 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 745 hezar û 960 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 20 milyon û 525 hezar û 152 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.