Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 14 milyon û 565 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 14 milyon û 565 hezar û 251 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 922 hezar û 274 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 773 hezar û 122 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 21 milyon û 828 hezar û 997 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.