Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 15 milyon û 912 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 15 milyon û 912 hezar û 385 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 148 hezar û 385 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 808 hezar û 753 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 23 milyon û 388 hezar û 681 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.