Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 16 milyon û 371 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 16 milyon û 371 hezar û 99 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 217 hezar û 981 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 817 hezar û 252 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 23 milyon û 827 hezar û 30 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.