Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 19 milyon û 594 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 19 milyon û 594 hezar û 621 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 758 hezar û 629 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 896 hezar û 983 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 27 milyon û 500 hezar û 581 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.