Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 45 milyon û 377 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 45 milyon û 377 hezar û 278 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 9 milyon û 16 hezar û 289 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 511 hezar û 919 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 65 milyon û 536 hezar û 642 kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.