Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 8 milyon û 737 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 8 milyon û 737 hezar û 835 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 802 hezar û 338 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 608 hezar û 978 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 14 milyon û 646 hezar û 707 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.