Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 9 milyon û 546 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 9 milyon û 546 hezar û 400 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 979 hezar û 617 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 636 hezar û 633 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 15 milyon û 660 hezar û 556 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.