Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 9 milyon û 743 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 9 milyon û 743 hezar û 590 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 28 hezar û 361 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 642 hezar û 829 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 15 milyon û 947 hezar û 618 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.