Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 9 milyon û 913 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 9 milyon û 913 hezar û 797 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 2 milyon û 61 hezar û 692 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 648 hezar û 448 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 16 milyon û 202 hezar û 387 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.