Henîyye bi Beraderê Serokê Ofîsa Sîyasî yê Talîban re hevdîtin kir
Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê bi Beraderê Serokê Ofîsa Sîyasî yê Talîban re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku hat kirin de Henîyye ji ber ku li Efxanistanê dawî li îşxala Amerîkayê hat anîn Talîban pîroz kir.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin Henîyye di hevdîtinê de destnîşan kir, dawîanîna li îşxala Amerîka ji bo berxwedana gelê Filistînê û ji bo gelên din mînak e û ew hêvî dike ku ev yek bibe wesîleya xêr, yekîtî, hêz û aramîyê.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.