“Herêma Kurdistan û Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên xwe dikin”

“Herêma Kurdistan û Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên xwe dikin”

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.

Malpera serokarîya Herêma Kurdistanê derheqê serdana pizişkîyan de daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, “Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê roja pêncşemê 12.09.2024ê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.

Piştre di civînê da ku, bi amadebûna birêzan; Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Hisên Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên pilebilind yên her du aliyan, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê nîşan da û yekem serdana Serokomarê Komarê Îslamî ya Îranê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê weke peyameke bihêz ya dostane di navbera her du aliyan da wesif kir."

"Gelê Kurdistanê hertim rêz û hurmetê ji piştevanî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê re di rojên dijwar da digre"

Nêçîrvan Barzanî ji Pezeşkîyan re derheqê dostanetîya gel de jî axivî û di berdewama peyamê de weha hat gotin,

"Serok Nêçîrvan Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê ya ji bopêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevpar bi Komara Îslamî ya Îranê ra di hemû waran de nîşan da û bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê hertim rêz û hurmetê ji piştevanî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê di rojên dijwar da digre.

Serokwezîrê Îranê Pezeşkîyan jî kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û îfade kir, "Serok Pizişkiyan, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Komara Îslamî ya Îranê girîngiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dide û dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe digel wan baştir bike û pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan peywendiyên ku hene ji holê rakin."

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, "Her du aliyan pêwendiya dostane û yên dêrîn yên Îranê digel Herêma Kurdistanê di warên siyasî, civakî û çandî da bilind nirxandin. Piştre birêzan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr behsa asta niha ya têkiliyên aborî û tevgera bazirganî û çawaniya berfirehkirina wan û warên hevkariyên hevbeş di navbera wan da kirin.

Di vê hevdîtinê da çendîn mijarên ku di berjewendiya her du aliyanda ne hatin gotûbêjkirin û behsa girîngiya parastina aramî û seqamgiriya navçeyê kirin û di vê çarçoveyê da tekez li ser wê yekê jî kirin ku, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran û bitemamî pêdagirê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da ye.

Piştî hevdîtinê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê ra digel aliyên siyasî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê civînek pêk anîn ku, têda behsa girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê ra dewlemendiya civakên pir olî û pir neteweyî kirin û her du aliyan tekez li ser aştî, pêkvejiyan, yekrêzî û biratiya di navbera gelê navçeyê û tevahiya pêkhateyan kirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.